English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-28 [10:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê firaksyona PDKê li parlementoya Kurdistanê Umêd Xoşnav ragihand, eger PDK û YNK negihên rêkeftinê ew karê parlementoyê nadin sekinandin.

Umêd Xoşnav ji beşa kurdî ya radyoya Dengê Amerîka re behsa hewl û qonaxên pêkanîna hikûmetê kiriye û gotiye, endamên komîsyona yasayî hatin hilbijartin. Yekemîn karê komîsyonê dê aktîfkirin û guhertina qanûna Serokatiya Kurdistanê be.

Umêd Xoşnav daye zanîn, ji ber ku li gorî qanûna niha serok ji aliyê gel ve tê hilbijartin lê partiyên siyasî biryar dane serok ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin. Loma komîsyona yasayî dê qanûnê biguherîne.

Wî parlementerê PDKê daye xuyakirin ku PDK û YNK dê roja şemiya bê (2 Adarê) bicivin û gotiye, em hêvîdar in her du partî li hev bikin lê eger tiştekî wisa nebe em karên parlementoyê nadin sekinandin.

Umêd Xoşnav gotiye ku parlementerên YNKê jî ji rewşa niha aciz in û dixwazin kirîz zû çareser bibe û tevlî xebatên parlementoyê bibin.





2479 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad