English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-28 [09:33 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî PDKê dibêje, heta niha ti gavek bo normalkirina rewşa Kerkûkê nehatiye avêtin.

Cîgirê serokê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Diyarî Husên behsa rewşa Kerkûkê kir û got, ti guhertinek di rewşa Kerkûkê de nehatiye kirin ji ber ku ti gavek bo normalkirina rewşa wê parêzgeha Kurdistanî nehatiye avêtin.

Diyarî Husên her wiha got, em dixwazin rewşa Kerkûkê normal bibe û hêzên Pêşmerge vegerin cihê xwe yên berê û hêzên polîs û asayişê jî biçin ser karê xwe.

Wî berpirsê PDKê li ser wan nûçeyên ku dibêjin Pêşmerge dê di demek kurt de vegere Kerkûkê jî got, tiştekî wisa nîne, ewa ku tê behsakirin jî tenê hemahengî di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de ye.

Beriya niha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî gotibû, dê hewl bide rewşa Kerkûk û deverên Kurdistanî normal bike. Diyarî Husên bi guman li wan gotinên Ebdulmehdî nihêrî û got, Adil Ebdulmehdî siyasetmedarekî jêhatî ye lê gelo dikare bo Kerkûkê tiştekî bike!?





2251 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad