English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-27 [03:34 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys ragihand, YNKê daxwaza civînê ji PDKê kiriye, lê ji ber beşek ji şanda PDKê ne li Kurdistanê ne, dema civînê nehat diyarkirin û got: “Em hêvîdar in her du alî bigehin encameke baş.”

Endamê Polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şaweys derbarê nakokiyên di navbera PDK û YNKê de got: “Xala nakok, rewşa Kerkûkê ye. Ew dibêjin heger parêzgarek ji Kerkûkê re danîn, rewşa Kerkûkê asayî dibe. Em jî dibêjin, heger hikûmeta Kurd hebe û Kurd yek be û bi hev re fişarê li ser Bexdayê bikin û heger desthilat ji parêzgar re hebe, rewşa Kerkûkê asayî dibe.”

Herwiha got: “PDK di dema bûrî de çendîn caran serdana Silêmaniyê kir û bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê re civiya, naha em li bendê ne ew bên serdana baregehên me bikin û pirsan bi hev re guftûgo bikin û bigihin rêkeftinê.”





2278 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad