English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-27 [01:21 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê ragehand, pêgeha herêma Kurdistanê naha ji pêş referandûma serxwebûna Kurdistanê bihêztir e û diyar kir zêdetirî 50 madeyên destûra Iraqê nehatiye bicîhanîn.

Cîgirê duyem ê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, li zankoya Lubnan-Fransa ya li Hewlêrê de semînerek da û mûkir hat ku destpêkê bawerî wisa bû ku, kar kirina wan wek fraksiyona PDKê li Bexdayê dê giran be û dê ji wan re bê gotin ku referandûmçî û cudaxwaz.

Herwaha got, naha ‘’Herêma Kurdistanê ji berî referandûmê bihêztir e û pêgeha herêma Kurdistanê jî ji pêgeha xwe ya pêş referandûmê bihêztir e.’’

Beşîr Hedad aşkera kir ku di dema derxistina yasaya budceyê de parlamenterên ereb û pêkhateyên din ji nûnerên kurdan re gotin: ‘’We mirin nîşanî me da ku em bi talerzê razî bin.’’

Di beşeke din ên gotinên xwe de Beşîr Hedad diyar kir, 50 madeyên destûra Iraqê nehatine bicîhanîn û tenê kurd daxwaza bicîhanînê dikin. Û got: ‘’Ew madeyane naha wisa binav kirine ku madeyên kurd ên destûrê. Lê eger bên bicîhanîn, hemû Iraq dê jê sûdmend be.’’





2383 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad