English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-27 [12:49 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Bîrmendê Fransî Bernard-Henri Levy di behsa naveroka pirtûka xwe ya nû “Împarator û Pênc Padîşah” dike.

Bîrmendê Fransî Bernard-Henri Levy ji K24ê re ragahand: “Sala 2017an li Kurdistanê bûm û min bi çavê xwe ew erdheja jeopolîtîkî ya 16ê Cotmehê li Kerkûk û piştre li Pirdê dît. Amerîka û cîhana demokrat û azad pişta xwe dan Kurdan û li ser sêniyeke zêrîn Kurd ji Îran û Heşda Şeibî re hîştin.”

Herwaha got: “Min bi çavê xwe dît ku li ber çavê Amerîka û Ewropa xiyanet li Kurd hate kirin û Tirkiye û Îran bi awayekî axivîn û serederî kirin, ku tiştek li ser vî erdî bi navê Amerîka û Ewropayî nîne. Li wir bîrokeya vê pirtûkê hate serê min, ji ber wê jî vê pirtûkê pêşkêşî Kurdan dikim.”

Levy behsa wê demê dike û dibêje: “Min bi çavê xwe dît çawa Heşda Şeibî ya Îranê li tanka Abrams a Amerîkî siwar bûne û rûbirûyî nêzîktirîn dosta Hevpeymaniyê û Amerîka û welatên rojava dibin.”

Ew bîrmendê Fransî amaje bi zîrekiya Pêşmerge û hişmendiya Serok Barzanî dike, ku çawa bi hişmendî ew plan şikandin û got: “Kurdistan bûye paytexta berxwedan û şerê li dijî DAIŞê, rast e hevpeymanan alîkariya Kurdan dikirin. Lê li ser erdê ew bi tenê bûn û rûbirûyî DAIŞê dibûn. Bi xwîna xwe berevanî li xaka xwe û zarokên min, te û hemû xelkê rojava dikirin. Lê di demekê de hemû tişt hat guhartin û Amerîka diyar nebû. Dema min dît Abrams di destê milîsên ser bi Îranê de ye û li Pirdê êrîş dostê me Kurdistanê dike, têgihîştim ku tiştekî xirap dê pêkbê û pişt li Kurd hate kirin.”

Levy dibêje: “Heger Împarator ku Amerîka ye ji navçê vekişe, wê demê padîşahên wek Rûsya, Çîn, Siûdiye, Tirkiye û Îran dê navçê bikin cihek ku jiyan û ewlehî lê peyda nabe.”

Levy ecêbmana xwe ji wê dîmenî bibîr tîne, ku çawa Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê û parastina demokrasiyê li cîhanê kir û careke din heman Pêşmerge li 25ê Îlonê li binkeyên dengdanê dît ku çek daniye û deng dide serxwebûna welatê xwe.”

Ew bîrmendê Fransî di dawiyê de dipirse: “Ma ti miletek li ser erdê heye, biqasî Kurd aştîxwaz û demokrat be?”

 





2482 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad