English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-27 [12:14 PM]

Hewlêr (ZNA) -


ndamekî serkirdetiya PDKê dibêje, madem YNK rewşa Kerkûkê normal dibîne wê demê çima dixwaze parêzgarê Kerkûkê endamê YNKê be, parêzgarê niha jî nûnertiya wan dike ma!

Endamê serkirdetiya PDKê Elî li ser nakokiyên PDK û YNKê li ser destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê ji BasNewsê re got, ewên ku xiyaneta 16 Cotmehê kirin digotin rewşa Kerkûkê normal e û tiştek bi serê Kerkûkê nehatiye! Vêca çima dibêjin bila parêzgarê Kerkûkê endamê YNKê be! Rakan Cibûrî (parêzgarê niha) jî nûnertiya wan dike ji xwe!

Elî Ewnî her wiha got, heta Kerkûk di destê kesên mîna Hesen Pilays (yek ji fermandeyên Heşda Şeibî) de be parêzgar jî dê bê deshilat be û kurd dê rastî zilm û heqaretê bên. Nakokiya me û YNKê li ser vê yekê ye. Em dixwazin Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê lê YNK tenê di xema posta parêzgariyê de ye.

Endama serkirdetiya YNKê Ala Talebanî duh daxwaz ji partiya xwe kiribû, parêzgarekî wisa bo Kerkûkê desetnîşan bike ku bi Heşda Şeibî re hevkariyê bike. Li ser vê mijarê jî Elî Ewnî got, Kerkûk ne mîna bajarên din e, Kerkûk Kurdistanî ye û divê vegere ser Kurdistanê û Heşda Şeibî jî lazim e ji wir dekeve.





2335 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad