English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-27 [01:03 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Terorîstên DAIŞê careke din êrîşî gundekî ser bi qeza Xaneqînê kirin û di encamê de hemwelatiyek birîndar bû.

Şeva borî 26.02.2019ê terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser gundê Yusif Beg a ser bi Xaneqînê û piştre gule berdan gund û di encamê de hemwelatiyek bi navê Ebas Husên ê Pêşmerge ye, birîndar bû.

Rêveberê polîsê Xaneqînê Diyar Şewket ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew bûyera şeva borî ya li gundê Yusif Beg kiryarekî terorîstî ye û bi demançeyê sê gule berdane hemwelatiyekî rûniştvanê gund.’’

Herwaha got: ‘’Hêzên polis naha dest bi lêkolîna vê bûyerê kirine.’’





2290 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad