Hewlêr (ZNA) -
Çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrişî bîra petrolê kirin, di encamê de polîsek hat kuştin.
Rêveberiya polîsê parastina şîrketa petrolê ya Bakûr ya Iraqê, ku navenda wê li Kerkûkê ye, ragihandiye, şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî bîra Elas kirin, ji ber wê jî di navbera wan û polîsên ku wê bîrê diparêzn de şer derket.
Rêveberiya polîsê parastina şîrketa Bakûr daye zanîn, di wî şerî de polîsek bi navê Hadî Xelayif hat kuştin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, çekdarên DAIŞê dixwastin wê bîra petrolê bigirin lê nekarîn.
Bîra petrolê ya Elas li kêleka çiyayê Hemrîn e.
2350 car hatiye dîtin |