English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-26 [12:50 PM]

Hewlêr (ZNA) -


erokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokê berê yê François Hollande kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li serokê berê yê Fransa François Hollande kir.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di hevdîtinê de behsa alîkariyên Fransa di dema şerê DAIŞê de her wiha hevkariya navbera hêzên Fransî û Pêşmerge di şerê DAIŞê de hat kirin.

Hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransa û Hollande kiriye ji ber alîkariyên ku Fransa di dema serokatiya wî de pêşkêşî Kurdistanê kiribû.

Hollande duhî jî ji aliyê Serok Barzanî û şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.  

Serokê berê yê Fransa François Hollande, duh ji bona ku tevlî merasima bibîranîna rojnamevana kurd  Şîfa Gerdî bibe, hat Hewlêrê.





2353 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad