English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-26 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 26.02.2019ê demjimêr 11:00ê ve civîna parlamentoya Kurdistanê destpê kir û bendewarî hene ku lijneya yasayî ya parlamentoyê bên helbijartin.

Di destpêka civînê de seroka parlamentoyê Vala Ferîd ragehand ku hemû fraksiyon çend carek civiyan û di civîna wan a dawiyê jî îro bûye, di encamê de rêkeftinek li gor peyrewa navxwe ya parlamentoyê din av fraksiyonan de pêkhat.

Herwaha cîgirê serokê parlamentoyê Hêmin Hewramî derbarê guftûgo û rêkeftinan de bo dabeş kirina endamên lijneya yasayî daxuyaniyek da û aşkera kir herçend li gor rêkeftinekî endamekî fraksiyona Sosyalîst bûye hevpeymanê fraksiyona PDKê û kursiyên wan bûne 46 kes jî û li gor peyrewa navxwe mafê wan heye ku 5 endamên lijneya yasayî yê wan hebe jî, lê di encama guftûgoyan rêkeftin di navbera fraksiyonan de heye û bi wî awayî jî hatiye dabeş kirin.

11 endamên lijneya yasayî:

Fraksiyona PDKê 4 endam

Fraksiyona YNKê 2 endam

Fraksiyona Gorran 1 endam

Fraksiyona Nifşê Nû 1 endam

Fraksiyona Komel 1 endam

Fraksiyona Keldan û Suryan û Asurî 1 endam

Fraksiyona Tirkmen 1 endam





2320 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad