Hewlêr (ZNA) - Parlementoya Kurdistanê ji bona pêkanîna komîsyona yasayê bi awayekî awarte dicive. YNK beşdar nabe.
Îro endamên parlementoya Kurdistanê ji bona pêkanîna komîsyona yasayî dicivin.
Serokatiya parlementoya Kurdistanê ragihandiye, civîna îro civîneke awarte ye.
Li gorî medyaya fermî ya YNKê, parlementerên YNKê beşdarî civîna îro nabin.
Li ser vê mijarê, berdevkê YNKê Letîf şêx Umer gotiye, heta “reformên siyasî” neyên kirin ew beşdarî civîna parlementoyê nabin.
Li gorî qanûnên Kurdistanê, piştî ku komîsyona yasayî hat avakirin qanûna Serokatiya Kurdistanê dê were aktîfkirin, paşê dê serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin, serok jî dê kandîdê serokwezîrtiyê bo pêkanîna kabîneya nû erkdar bike.
2425 car hatiye dîtin |