English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-25 [02:21 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Serokê berê yê Fransa François Hollande û şandekî li gel kir.

 Malpera Serok Barzanî belav kir ku, îro roja Dûşem 25.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Fransa François Hollande û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Serok Hollande kir û bi dostekî mezinê gelê Kurdistanê wesif kir ku li rojên dijwar û teng ya şerê terorê da serdana Kurdistanê kir û wê serdanê moral û hêviya gelê Kurdistanê bilind kir. Her wiha ragihand ku gelê Kurdistanê wê helwestê ji bîr nake û xwe bi deyndarê Serok Hollande dizane.

Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Fransa jî kir ku herdem piştevan û dostê mezinê yê gelê Kurdistanê bûne û dostayetiya li gel gelê Fransa ku gelekî xwedî prensîpe, bi şanaziyekî mezin da zanîn.

Her li vê civînê de Serokê berê yê Fransa pêzanînên xwe ji bo qehremanî û wêrekî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û Pêşmerge ya li şerê dijî Da'îş de hebû û xweşhaliya xwe jî derbirî ku niha qonaxekî din li Kurdistanê hatiye holê û Da'îş têkşikaye û hilbijartin hate kirin û proseya demokrasî jî li Kurdistanê bihêz û berdewame û ragihand paşarojeke geş û pêşketinê li benda Kurdistanê dike. Serok Hollande spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bûne penaya koçber û lêqewimiyan û yarmetiya pêkhatên Mesîhî û Êzîdiyan daye. Eve jî xisterû helwesta Fransa li beranber gelê Kurdistanê nagûhere û bi guhertina dem û çavên siyasiyan naguhere, belku Fransa herdem piştevanê gelê Kurdistanê dimîne.

Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser gefa teror û tundiya li ser asayişa cîhanê û rêyên nehiştina sedemên serhildana terorê û şerê îdeolojiya terorê.

Her li vê hevdîtinê de rewş û jiyan û guzeraniya Mesîhî û Êzîdiyên Kurdistanê û rewşa koçberan û dabînkirina asayîş û xizmetguzariya xelkê ji navçeyên azadkirî hate nirxandin.

Rewş Sûriye û paşaroja gelê Kurd li wî welatî mijareke dinê vê hevdîtinê bû û ji bilî behskirina pêşhatên dawî, her dû alî tekez li ser parastina gelê Kurd û rêgirtina li koçberî û êş û azarên zêdetir ji bo Kurd li Sûriye kirin.





2731 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad