English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-25 [01:40 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsyayê yê Iraqê Maksim Maksimov û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de ku konsolê giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Victor Simakov jî amade bû, pêşhateyên dawiyê û pêşketinên siyasî yên li navçeyê hatin nirxandin û pêşxistina peyvendiyên navbera herêma Kurdistanê û Rûsyayê de ji her aliyekî ve hat gotûbêj kirin.

Herwaha hevdîtinê de, li gel ronî kirina nirxê temam kirina pêkhateya kabîneya hikûmeta federal a Iraqê, ji bo mekanizmaya çareseriya pirsgirêkên hatine cemidandin ên navbera Bexda û Hewlêrê bal hat kêşandin û vê derbarê de Mesrûr Barzanî teqezî li daxwaza herêma Kurdistanê kir ku ew jî pêbendbûn û bicîhanîna destûre û wek rêçareya bidestxistina seqamgiriyê ye û got, pêwîste di zelal kirina pirsgirêkan de destûr hakem be.

Pêşketin û zêdebûna tevgera DAIŞê û metirsiya serî rakirina terorê bi nav û şêwazên cuda ve, beşek din ê hevdîtinê bû. vê derbarê de Mesrûr Barzanî ragehand, pêwîste bo rêgirtin li dubarebûna tundiyê karê cidî li ser çareseriya sedemên serî rakirina terorê bên kirin, herwaha divê şerê hizra tundiyê di astên cuda de bê destpê kirin.

Di beşek din ê hevdîtinê de pêşketina rewşa Sûriyê, bi taybet navçeyên rojhilatê Firatê gotûbêj li ser hatin kirin. Vê derbarê de jî şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê amaje bi dialog û çareseriya siyasî ya rewşê û bi beşdariya nûnerên hemû pêkhateyan kir û ragehand, pêwîste di guftûgoyan de garantiya maf û asayîşa gelê kurd li wî welatî bê dayîn.

Hewldan û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û kûr kirina peyvendiyên aborî yên navbera herêma Kurdistanê û Rûsyayê, bi awayek di berjewendiya her du aliyan de be, mijarên din ê hevdîtinê bû.





2437 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad