Hewlêr (ZNA) -
i bajarê Akrê yê Başûrê Kurdistanê, di rûdaneka şewatê de jinek û du zarok mirin.
Îro danê sibê li Akrê, agir bi malekê ket. Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de jinek û du kurên xwe yên cêmik mirin, endamekî malbatê jî birîndar bû.
Hat gotin ku ew mala ku agir pê ketiye, mala kurdekî şebek bûye ku ji ber şerê DAIŞê ji Mûsilê koçberî Akrê bibûn.
2446 car hatiye dîtin |