English | عربی | کوردی  
 
 
2019-03-25 [12:42 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Rûsyayê yê Iraqê û şandeya li gel kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja dûşem 25.02.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksim Maksimov Balyozê Rûsya li Iraqê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Victor Simakov Konsolê Rûsya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Serok Putin û Wezîrê Derve û Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn bi Serok Barzanî gihand û tekez li ser girîngî û pêgeha Herêma Kurdistanê li siyaseta derve ya Rûsya û pêşxistina di navbera peywendiyên her dû aliyan kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî li Serok Putin û Hikûmeta Rûsyayê kir û pêzanînên xwe ji bo helwesta Serok û Hikûmeta Rûsya ya li ser doza rewa ya gelê Kurdistanê ya li qonaxên cûda cûda de hebû, her wiha pêşwaziyê jî li berfirehtir kirin û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û Sûriye danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Rûsya siyaset û stratejiya welatê xwe ya di derbarê pêşhat û guhertinên dawî ya Sûriye û her wiha rola Kurd li paşaroja Sûriye bi Serok Barzanî ragihand. Di derbarê vê babetê de Serok Barzanî dilgiranî û nêrînên xwe ya di derbarê paşaroja gelê Kurd li Sûriye û çareseriyan xisterû û daxwaz jî kir ku Rûsya rola ji bo rêgirtin û dawî hatina bi êş û azarên gelê Kurd li Sûriye de hebê. Ji bo vê mebestê jî her dû alî li ser wê hembîr bûn ku li peywendî û şêwirîna berdewam da bin.

Peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û çarenivîsa Kerkûk û pêngavên di nava proseya siyasiya Herêmê mijareke din ê vê civînê bûn.





2668 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad