English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-25 [10:28 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê fermandariya Şingalê ya Pêşmergeyên Kurdistanê Qasim Şeşo ragehand, terorîstên DAIŞê ji Sûriyê ve bo gundên navbera Rebîe û Şingal û Beacê tên veguhestin.

Qasim Şeşo ragehand: ‘’Kes û karên terorîstên DAIŞê li devera Rebîe û Şingal û Beacê diçin Sûriyê bo anîna nasyarên xwe yên terorîstên DAIŞê. Piştî ku DAIŞ li Baxozê hatiye têkbirin naha wî karî dikin. Naha malbatên terorîstên DAIŞê ji Baxozê direvin. Ew xelkê Iraqî û yên devera Rebîe û Beacê ne alîkariya kes û karên xwe yên ereb dikin û dizivirin gundên Beac û Rebîe û Şingalê. Bi taybet jî gundên Tel Mişirf û Bîrcarî û Xazuke û Rimo û Bizune û gelek gundên din ên navbera Rebîe û Şingal û Beacê ne.’’

Herwaha got: ‘’Terorîstên DAIŞê bi tenê cilên xwe diguherin û rihên xwe çêdikin û ji Sûriyê ve wedigerin gundên devera Rebîe û Şingal û Beacê. Rastî jî hatina wan DAIŞiyan metirsiyeke mezin dê deverê ava bike. Pêwîste Bexda rê nede ew terorîstên DAIŞê yên çûne Sûriyê naha careke din wedigirin deverê.’’





2290 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad