English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-25 [09:47 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî Kurdistanê kirin lê rastî gundiyan bersivek tund dan wan!

Şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî gundê Sêf Seid yê bajarokê Qeretepe yê Başûrê Kurdistanê kirin.

Berpirsê komîteya YNKê li bajarokê Qeretepe, Mihemed Umer li ser wê êrişê ji K24 re gotiye, çekdarên DAIŞê êrişî gund kirin û dora gund girtin. Lê gundiyan bersivek tund dan wan û êrişa wan şikandin.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de gundiyek birîndar bûye û tê texmînkirin gundiyek jî ji aliyê DAIŞê ve hatibe revandin.

Bajarokê Qeretepe yê Başûrê Kurdistanê, girêdayî parêzgeha Diyale ya Iraqê ye û li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. 





2317 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad