English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-25 [09:25 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî pilebilind yê PDKê dibêje, ti nakokiyek di navbera wan û YNKê de nîne û ewê bi hev re hikûmeta nû pêk bînin.

Endamê polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şawês, duh di merasima çilemîn roja wefata endamê berê yê polîtburoya PDKê Mihemedê Mela Qadir de behsa pêwendiyên YNK û PDKê kir.

Roj Nûrî Şawês ragihand, ti nakokiyek di navbera wan û YNKê de nîne û got, em dixwazin bi hev re hikûmeta nû pêk bînin.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, polîtburoyên PDK û YNK dê li ser şîreta Barzanî li hev rûnên û arîşeyan çareser bikin.

Piştî ku PDKê bêyî YNKê civîna roja 18 vê mehê ya parlementoyê dabû kirin, YNK ji PDKê xeyîdî bû.





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad