English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-25 [08:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokkomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan dibeje dixwazin Tirkiyê parçe bikin û gelo li Tirkiyê, herêmeka bi navê Kurdistanê heye?

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Kayserî yê Tirkiyê di mitînga partiya xwe de gotinên Hevserokên HDPê yên “Li Kurdistanê dengên xwe bidin HDP û li rojavayê Tirkiyê jî bo hilweşandina AK Partî û MHP kar bikin” bi bîr xist û dibêje CHP û Îyî Partî bi HDPê re hevkarî dikin ku HDP dixwaze Tirkiyê parçe bike û got, li Tirkiyê deverek bi navê Kurdistanê tuneye.

Serokkomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kir ku dixwazin Tirkiyê parçe bikin û wiha axivî: “Hevserokê Partiya ku hevpeymana CHPê dibêje, li Kurdistanê dengên xwe bidin HDPê. Ma qey li Tirkiyê, herêma bi navê Kurdistanê heye? Madem weha ye, çima Kemal Beg bi kesên weha re diçe hilbijartinê. Ev Îyî Partî çawa bi kesên dixwazin Tirkiyê parçe bikin re hevkariyê dike. Ez dixwazim bînim bîra mileta xwe, werin 31'ê Adarê em derseke baş bidin wan hemûyan. Ka lê binêrin, dibêje li Kurdistanê deng bo HDP û li rojavayê jî bo hilweşandina AK Partî û MHP kar bikin."

Hêjayî bi bîrxistinê ye beriya bi hefteyekê ye Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî di rûpela xwe ya twitterê de nivîsî bû ku li Tirkiyê herêmeke bi navê Kurdistanê tuneye.





5560 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad