English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-24 [01:35 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Nirxa diravê Îranî dîsa li hember diravên biyanî bi taybet dolar daket.

Li gorî medyaya Îranê, di nav du-sê rojên borî de nirxê tûmenê Îranê li hember diravên biyanî bi taybet dolarê Amerîkî bi lez daket.

Li gorî agahiyan, nirxê her dolarekî ji 11 hezar tûmen bû nêzîkî 14 hezar tûmen!

Tê gotin ku sebeba vê daketina nirxê diravê Îranî ew e ku Îran naxwaze peymana nehîştina spîkirina dirav qebûl bike.

Navê din yê wê peymanê, zuhakirina çavkaniya fînansekirina terorîzmê ye. Ji ber wê jî rayedarên Îranê ditirsin eger wê peymanê qebûl bikin dê nekaribin alîkariya rêxistinên mîna Hemasa Filistînî û Hizbullaha Lubnanî bikin. Ew her du rêxistin, peyayên Îranê li Rojhilata Navîn tên hesibandin.





2446 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad