English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-24 [12:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya polîsê Silêmaniyê bi daxuyaniyekê aşkera kir, ji ber bûyerekî hatûçûnê kesekî jiyana xwe ji dest daye, 3 kes jî birîndar bûne.

Îro 24.02.2019ê rêveberiya polîsê Silêmaniyê bi daxuyaniyeke di tora civakî ya facbookê ve ragehand, îro berî nîvro di encama bûyerek hatûçûnê ya li ser rêya Xelekan – Ranya de nêzîk gundê Baqlan pêkhat de kesekî jiyana xwe ji dest da, sê kesên din jî birîndar bûn.

Herwaha hat gotin: ‘’Bûyer di navbera du otomobîlan de pêkhatiye, di encamê de şofêrê otomobîlekî jiyana xwe ji dest daye û sê kesên din jî birîndar bûne.

Polîsê Silêmaniyê ragehand, piştî geheştina hêzên polîsê Dukanê bo cîhê bûyerê, birîndar rakirine nexwaşxaneya beşa lezgîn û kesê ku jiyana xwe ji dest daye, termê wî jî ji bo bijîşkê dadî hatiye rakirin.

Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn berdewam dike.

 





2650 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad