Hewlêr (ZNA) - Berdevkê malbata mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê hat destnîşankirin.
Piştî wefata mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, heta niha mîrekî nû nehatiye hilbijartin lê malbata Mîr Tehsîn, Amir Mehmûd Seydo Mîrza Beg wek berdevkê malbatê hilbijart.
Li ser vê mijarê, Amir Mehmûd Seydo Mîrza Beg ji BasNewsê re ragihandiye, min karî baweriya hemû endamên malbata mîr bi dest bînim û bibim berdevkê malbatê.
Berdevkê malbata mîrê êzîdiyan her wiha got, niha em mijûlî wê ne mîrekî nû destnîşan bikin û helbet divê ew mîr ji aliyê Civata Ruhanî ya Êzîdiyan ve jî were pesendkirin.
Mîr Tehsîn Beg, roja 28 Çileya îsal û di temenê 86 saliyê de wefat kiribû. Ew ji 11 saliya xwe ve mîrê êzîdiyan bû.
2626 car hatiye dîtin |