Hewlêr (ZNA) - Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 23.02.2019an li Qoserê buroya xwe bi beşdarîyeke girseyî vekir.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzedê serbixwe yê Mêrdînê Abdulkadir Demir,namzede serbixwe yê Qoserê Şeyhmus Ünal, namzedê serbixwe yê navçeya Kayapinar a Amedê Zeki Ekinci, gelek sîyasetvanên Kurdistanî; rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê gelê Qoserê bi girseyî beşdarî vekirina buroya Qoserê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bûn.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzedê serbixwe yê bajarê mezin ê Mêrdînê Abdulkadir Demir,namzede serbixwe yê Qoserê Şeyhmus Ünal,di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axivîn.
Piştî axaftinan, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li gel girseyeke mezin di nav bajarê Qoserê de meşîyan.
2524 car hatiye dîtin |
|