English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-24 [08:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Li sinorê Ranyayê hin kesên nediyar êrîşî bav û kurekî kirin. Di encama wê êrîşa biçek de bav mir û kur jî tê tedawî kirin û birîna wî jî girane.

Berdevkê Polîsê Raperînê Şoreş Îsmaîl ragihand: “Îşev êvarê li şaredariya Bêtwate ya ser bi Ranyayê 2 kesan bi çekên (demançe û keleşnîkof ) teqe li bav û kurekî kirine. Kur û bavê xwe b giranî birîndar bûne. Ew gihandine nexweşxaneya Ranyayê lê jiber birîna bav ku navê wî (M..M) giran bûye ew bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatiye veguhestin. Lê di rêya Silêmaniyê de koça dawîyê kiriye.”

Herwiha Şoreş Îsmaîl amaje bi wê yekê jî kir kurê bi navê (Ş. M. ) jî bo nexweşxaneya Ranyayê hatiye veguhestin û rewşa wî jî girane.

Îsmaîl da zanîn ku hêzên emnî dest bi lêkolînê kirine bo girtin û desteserkirina tometbaran.

 





2398 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad