Hewlêr (ZNA) - HDPê Parlementera xwe ya Îzmîrê Sepîl Kemalbay weke kandîda Seroka Parlementoya Tirkiyê destnîşan kir.
Medyaya Tirkiyê belav kiriye Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi fermî parlementera xwe ya Îzmîrê, Serpîl Kemalbay bi fermî ji bo posta SerokatiyaParlementoya Tirkiyê kandîd kiriye.
Herwiha kandîdê AKPê jî Mustafa Şentop e. Heta aniha CHPê ti kandîd destnîşan nekirine.
Serokê Parlementoya Tirkiyê Binalî Yildirim jiber namzediya şaredariya Stenbolê dev ji erka xwe berdabû.
2557 car hatiye dîtin |