Hewlêr (ZNA) - Berdevkê Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Silêmanîyê Neqîb Serkewt Ehmed aşkere kir ku jiber şer û pevçûnên şêniyên di navbera 2 gundan de 2 kes birîndar bûne.
Neqîb Serkewt Ehmed ji BasNewsê aşkere kir duhê êvarê şer û alozî di navbera 2 gundên Qerdexê durist bûye jiber fişekan birîndar bûne. Ew birîndar ji aliyê û tîmen hawarçûnê û polîsên Qeredaxê bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatine veguhestin.
Herwiha Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku bi hêzên emnî bi bihîstina rûdawê re gihiştine cihê rûdanê û kesên tohmetbar girtine û rewş kontrol kirine. Ehmed da zanîn ku hêzên emnî dest danîne ser 2 keleşnîkofan jîn.
2539 car hatiye dîtin |