English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-22 [08:40 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd li ofîsa xwe li parlamentoyê pêşwaziya Balyozê Filîpînê li Iraqê Colîs Tors û şanda li gel kir, di hevdîtinê de daxwaz kir ku, konsilxaneya Filîpîn li Hewlêrê bê vekirin.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Filîpînê li Iraqê Colîs Tors bi helkefta destbikarbûna desteya serokatiya parlamentoyê pîrozbahî li Serok û sekreterê Parlamentoya Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe bi hebûna jinekê di posteke siyadî de li Herêma Kurdistanê anî ziman û got ku, kêfxweşim yekem care serdana parlamentoya Kurdistanê dikim û dixwazim pêwendiyên bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Filîpînê de ji aliyê bazirganî û werberhêna û dîplomasî pêkbên. Da zanîn ku, ji aliyê aborî ve jî gelek karkerên Filîpînî li Herêma Kurdistanê kar dikin ji ber vê yekê di demeke nêzîk de konslixanya Filîpîn li Herêma Kurdistanê vedikin.

Herwiha Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd bixêrhatina Balyozê Filîpînê li Iraqê Colîs Tors û şanda li gel bo parlamentoya Kurdistanê kir û daxwaza zêdekirin û bihêzkirina pêwendiyên heru aliyan kir, herwiha daxwaza kir bi zûtirîn dem konsilxaneya Filîpîn li Herêma Kurdistanê jî were vekirin.   





2569 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad