English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-21 [06:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescîdî û şanda li gel kir.

Îro Pênşemê 21.2.2019 Serok Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescîdî û şanda li gel ku, ji konsilê Îranê li Hewlêr, Silêmaniyê, Kerbela û Necefê pêkdihat kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê hat kirin, herwiha pêwendiyên di navbera Herêmê û Bexda de û helesengandina erênî ji serdana Serok Barzanî ji Bexdayê re hat gotûbêj kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hat gotûbêj kirin.

Proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna hikûmet û parlamentoyê babetên din yê civînê bûn.  





2485 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad