English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-21 [12:42 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Bîst û neh sal bi ser wefata nivîskar, zimanzan, helbestvan û wergervanê mezin yê kurd Hejar Mukriyanî re derbas dibe.

29 sal berê, roja 21 Sibata sala 1990, helbestvan û zimanzanê navdarê kurd Hejar Mukriyanî, di temenê 68 saliyê de wefat kir.

Navê rastî yê Hejar Mukriyanî, Ebdulrehman Şerefkendî bû. Hejar sala 1921 li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû. Di pênc saliya xwe de dikarîbû bixwîne û binivîse.

Mamosta Hejar, piştî ku rêxistina bi navê Komeley Jiyanewe hat avakirin, bû endamê wê. Paşê tevlî xebatên Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê bû.

Hejar Mukriyanî û Hêmin, di serdema Komara Kurdistanê de, ji aliyê nemir Qazî Mihemed ve wek “Helbestvanên Millî” hatin binavkirin. Piştî ku Komara Kurdistanê hat hilweşandin, sala 1947 neçar dimîne derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û li wir 30 salan dimîne. Beşek ji jiyana wî jî li Bexdayê derbas dibe. Sala 1975, dema Şoreşa Îlonê şikest, derbasî bajarê Kerec yê Îranê bû û heta dawiya jiyana xwe li wir ma. Piştî ku wefat kir, termê wî li bajarê Mehabadê hat veşartin.

Navdartirîn pirtûk û berhema Hejar Mukriyanî, “Hembane Borîne” ye ku ferhenga kurdî ye. Pirtûka wî ya bi navê “Çêştê Micêwir” jî gelekî di nav kurdan de tê hezkirin û navdar e.

Mamosta Hejar, helbestên xwe yên serdema Komara Kurdistanê di pirtûkekê bi navê “Ale Kok” de nivîsîbû.

 Wî nivîskarê mezin, Mem û Zîna Ehmedê Xanê jî ji kurmancî kiriye soranî. Pirtûka Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî ji farsî kiriye kurdî. Quran jî kiriye kurdî.

 

 





2488 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad