English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-21 [10:27 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê parêzgqrê Mûsilê, Elî Omer Kibo ragehand: ‘’Şingal heta zagon serwer nebe aram nabe û xelkê Şingalê jî ji ber hebûna hêzên dervey zagonê ne rihet in.’’

Elî Omer Kibo di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Sala 1975ê heta naha Şingal berdewam dibe qurbana hemû nakokiyan. Li deverê naha jî nakokiyên navnetewî hene bi taybet jî li ser Şingalê nakokiyên Tirkiyê, Îranê û Iraqê hene. Her yek ji wan jî dixwazin Şingalê bixin bin kontrola xwe. Xelkê Şingalê ne keyfxweşe ku ti hêzekî dervey zagonan li Şingalê be. Ji ber wê jî heta zagon li Şingalê desthilat nebe aramî ava nabe. Naha zagon tineye. Mixabin xelkê Şingalê jî belav kirine, parçe kirine û her yek li gel partî û hêzeke siyasî de ye. Naha li Şingalê gelek hêz hene û hemûyan jî nekarîne kontrolê li ser Şingalê bikin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Tirkiye bi bahaneya hebûna PKKê ve Şingalê bombebaran dike û Îran jî bi rêya Heşdî Şeibî ve li Şingalê kar dike. Ew dixwazin destê xwe li ser Şingalê daynin û Bexda jî dixwaze dest dayne ser Şingalê. Şingal waha aram nabe, pêwîste zagon serwer be.’’





2257 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad