English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-21 [09:55 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayê kir.

malpera Serok Barzanî belav kir ku, êvariya roja Çarşemiyê li bajarokê Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayê kir bi serokatiya Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê James Jeffery û Serokê şandê û Joel Rayburn Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr bi Wekalet û Endamên Tîma Amerîkî ya taybet bi Sûriye pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê nirxandin û Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê pêzanînên xwe ji bo pêşveçûn û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û ragihand ji bilî hebûna gef û êrîşên zêde, Herêma Kurdistanê yek ji serkeftîtirîn navçeyê Rojhilata Navîne. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku têkşikandina terorê û pêkanîna aramî, ewlewiyeta serekiya Amerîkaye li navçeyê da.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Sûriye û pêşhatên siyasî û meydaniyên dawî û dilgiranî û pêşniyarên li ser paşaroja Kurd li Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û li vî derbarî de tekez li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera her dû aliyan kirin eve jî bi mebesta dabînkirina aramî û rêgirtina li şer û kavilkarî û her wiha rêgirtina li êş û azarên gelê Kurd li Sûriye ye.

Her li vê civînê de gefên terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û wê yekê dûpatkirin ku hemahengî û karê hevbeşê hevpeymanan û Herêma Kurdistanê serkeftin û encamên gelek erênî li têkşikandin û paşvekişandin bi terorê ketiye.

Berdewamiya hemahengiya di navbera her dû aliyan û peywendiyên Herêm û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêmê mijareke dinê vê civînê bûn.

 





2479 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad