English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-21 [09:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî civiya.

Roja Çarşemiyê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî civiya.

Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên dîrokî di navbera gelê Kurdistanê û gelên Îranê de hat kirin, herwiha pirsa bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de jî hate gotûbêj kirin, amaje bi pêngavên helbijartin, pêkanîna dam û dezgehên Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser bilezkirina wan pêngavên demokrasî di navbera hemû aliyan de jî hat kirin.

Ji aliyê xwe  Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî giringî da bihêzkirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û tekez kir ku, welatê wî dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam be û ragehand ku, di dema bê de dê wan pêwendiyan bihêztir bikin û got ku, aramiya Kurdistanê ji welatê wî re giring e.

Herwiha asayîkirina rewşa navçeyê û pêşhateyên dawî û aloziyên Iraqê babetên din ên civînê bûn.   





2242 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad