Hewlêr (ZNA) - Encûmena Wezîrên Iraqê bi derxistina biryarekê desthilatiya parêzgarê liser Kerkûkê hatiye sepandin sînordar kir.
Ligor belgenanemeyeke encûmena parêzheha Kerkûkê belav kiriye di 29. 01. 2019an de ku nûsxeyek jê gihiştiye ber destê BasNewsê Encûmena Wezîrên Iraqê biryarên parêzgarê Kerkûkê yê hatiye sepandin Rakan Cibûrî hatine hilweaşndin. Biryarên Cibûrî yên derbarê guhestina neftê, kirîna hesinê pola û karên emnî yên kompanyayan hatine hilweşandin.
Herwiha ji bilî serokatiya encûmena parêzgariya Kerkûkê û avakirina hemahengiyê di navbera hêzên emnî de di çarçoveya erka parêzgar de ti rola Rakan Cibûrî nemaye.
Rakan Cibûrî piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo parêzgariya Kerkûkê hatibû sepandin.
2272 car hatiye dîtin |