English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-20 [03:05 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazîya Fermandeyê Hêzên Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê kir. Barzanî rewşa kurdên Sûriyê bi bîrxist û anî ziman divê asayişa gelê kurd li Sûriyê li ber çav bê girtin.

Îro çarşemê 20.2. 2019an Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê ligel General Fermandeyê Hêzên Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê Paul LeCamera û şande ligel wî civiya.

Di vê civînê de peşhat û guherînên dawî li herêmê, baştirkirina hemahengiya di navbera hêzên peywendîdar û şerê li dijî terorîzmê hatiye gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî behsa giringiya piştevaniya li Pêşmerege di şerê li dijî DAIŞê de anî ziman. Herwiha amaje bi tevgera rêxistina DAIŞê li çend parêzgehên Iraqê kir û da zanîn ku eger hokarên peydabûna rêxistinên terorê û tûndreweiyê neyên jinavbirin wê rêxistinên tûndrewî û hebûna rêxistinên terorê berdewam bike.

‎Herwiha General Paul LeCamera jî, da zanîn ku wê perwerde, alîkariya wan bo Pêşmerge û hêzên Iraqê berdewam bikin.  General LeCamera, behsa herêmê jî kir û da zanîn ku bo parastinê hemahengiya aliyên serbazî pêwîst e.

Di beşekî din ê civînê de rewşa Sûriyê bi taybetî rojhilatê Firatê hat gotûbêjkirin. Şêwirmendê Encûmena Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî liser rewşa rojhilatê Firatê û rewşa kurdên Sûriyê da zanîn ku di her hengav û çareseriyeke siyasî û de divê asayişa gelê kurd li Sûriyê li ber çav bê girtin.

Mesrûr Barzanî hefteya borî beşdarî Konferansa Asayîşê ya Munichê bibû û di wê konferansê de bi dehan wezîr û berpirsên bilind ê welatan re civiyabû. Barzanî aşkere kiribû di yek ji mijara wan babetan asayîş û parastina mafên gelê kurd li Sûriyê bûye.





2677 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad