English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-20 [12:51 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li pêşwazî li balyozê Japonyayê yê Iraqê Nafumi Haşimoto kir.

Di hevdîtinê de konsolê giştî yê Japonya li Hewlêrê jî amade bû, piştre pêşketinên dawiyê yên li navçeyê û berfireh kirina peyvendiyan û derfeta berhemanînê li herêma Kurdistanê hate gotûbêj kirin.

Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Japonyayê kir, ji ber alîkariyên wan ên dema borî pêşkeşî herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve balyozê Japonyayê jî hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî xwest, ku dê bibe serokê kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê. Herwaha amadebûna welatê xwe nîşanda bo pêşkeşiya alîkariyan û beşdarbûna di pêşxistina bingehê herêma Kurdistanê yên cuda cuda de.

Di beşeke din ê hevdîtinê de guftûgo derbarê rola şîrketên Japon ên di warên avakirinê de û pêşxistinê de hate gotûbêj kirin ku herêma Kurdistanê xwedî jîngeyekî dest dide bo berhemanîna gelek aliyan de.

Hewl û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û kûrkirina peyvendiyên navbera Kurdistan û Japonyayê, bi awayek ku berjewendiya her du aliyan de be, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.





2272 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad