English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-20 [11:44 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo tekez dike, heger Tirkiye êrîşî ser Kurdên hevpeymanên Amerîka yên li Sûriyê bike, dê bacê bide.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di hevdîtinekê li gel kenaleka Icelandî de ragihand, Serokê Amerîka Donald Trum nexşerêyek ji bo serederiya Tirkiye bi rewşa Sûriyê re daniye.

Pompeo ragehand: “Nexşerê bi temamî hatiye amadekirin ji bo piştî vekişîna Amerîka ji Sûriyê hevpeymanên me Kurd li Sûriyê parastî bin.

Amaje bi wê jî kir, “Gerentiya wê yekê jî hatiye kirin, li gel DAIŞ ber bi jinavbirina yekcarî diçe, divê hevpeymanên me parastî bin û heger Tirkiye êrîş bike, dê baca wê êrîşê bide.”

Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje, Amerîka rijd e li rûbirûbûna DAIŞê û metirsiyên ewlehiyê, ne tenê li ser Washingtonê, herwaha li ser hevpeymanên wan jî.

Serokê Amerîka Amerîka Donald Trump di meha Kanûn a 2018an biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê da, piştî wê biryarê Tirkiyê gefa operasyonekê û pêkanîna devereke ewle li rojhilatê Firatê dixwe.

Lê ev ne cara yekem e rayedarên Amerîkî yên payebilind soza parastina Kurdan a piştî vekişînê jî didin, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton jî di destpêka îsal de got, Amerîka bêyî parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe.

 





2380 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad