Hewlêr (ZNA) - Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand ku Amerîka hewla dabeşkirina Sûriyê bo çend welatên biçûk dide.
Li gor nûçeya ajansa İnterfaks a Rûsî îro 19.02.2019ê Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rexne li tevgera hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê rojhilatê Sûriyê kirin.
Sergey Lavrov ragehand, ku Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dixwaze dewletekî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê damezrîne.
2701 car hatiye dîtin |