English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-15 [11:04 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Walîtiya Amedê rê neda meşa piştevaniya Leyla Guven pêk were. HDP û KCDê bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûna ya Leyla Guven îro xwestibûn meşekê lidar bi lêbelê hêzên emnî rê nadin û hemû rêyên nêzîkî mala Guvenê girtine.

Parlementera HDPê yê Colemergê û Hevseroka KCDê Leyla Guven ew 100 roj e di greva birçîbûnê de ye. Îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bo bale bikşînin ser greva birçîbûnê ya Lela Guvenê xwestin li Amedê meşeke bi girseyî pêk bînin  lêbelê hêzên emnî rênedan meşe. Herwiha ligor zanyariyan polîsan midaxaleyî parlementerên HDPê yên li nava meşê da cî digrin kiriye û parlementera HDPê ya Amedê Saliha Aydeniz kiriye. 

Li aliyê din ji bajarên weke Colemerg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex Mêrdin, Sêrt, Êlih, Dersim, Çewlik, Dîlokê jî HDPyî ber bi mala Leyla Guvenê ya li navçeya Baxlara Amedê ve dimeşin. Lêbelê polîsan dorûbera Amedê dorpêç kiriye û nahêlin ti kes nêzîkî mala Guvenê bibe û hemû rê û kuçeyên nêzîkî mala Guvenê hatine girtin.

Herwiha Walîtiya Amedê jî derbarê meşa HDPê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de ragihand: “Bo piştevanîkirina greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê hin gurub û kesên ser bi rêxistina terorê ya cudahîxwaz dixwazin meşekê pêk bînin. Hêzên emnî bo sivîl zirarê nebinin bergiriyên ewlehiyê standine. “

 





2392 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad