Hewlêr (ZNA) - Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê ya 55an îro 15. 02. 2019an înê destpê dike.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî weke mêvanê sereke bo Konferans Munichê hatiye vexwendin. Herwiha Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî jî beşdarî konferansê dibin.
Tê çaverêkirin Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çendîn civîn û hevdîtinan ligel şandên dîplomasî û ewlehî û perlementarên welatên beşdar pêkbîne.
Beşdarên konferansê wê derbarê gefên nû yên cîhanê, cengên bazirganîyê û siberoja sîstema lîberal ya navneteweyî biaxifin.
Di konferansê de dê herwiha ser Brexit, şerê navxweyî yê Sûrîyê û kêşeyên din ên cîhanê civîn li dar kevin.
Herwiha tê çaverêkirin 30 serokên dewletan, 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevanîyê beşdarî konferansê bibin.
2524 car hatiye dîtin |