English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-13 [11:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Komîsyona Ewrupa îro çarşemê ragihand ku wê Erebistana Siûdî, Panama, Nîjerya û çend herêmên din xistine nav lîsta reş ya gefa sipîkirina diravan.

Komîsyona Ewrupa, bi sedema ku sîstema wan ya kontrolkirina piştgirîdana diravî ya rêxistinên terorîstî û şûştina pereyan ew biryar da.

Welatên Ewrupî kontrolên ser sipîkirina pereyan xurt kiriye, piştî ku di mehên dawî de navê jimareke bankên Ewrupî di wî warî de derbaz bûbû.

Hikûmeta Erebistana Saudî, hember biryara Komîsyina Ewrupî heta niha ti daxuyanî nedaye.

Di lîsta nû de dewletên wek Lîbya, Botswana, Gana, Samoa, Giravên Bahama û çar herêmên bin kontrola Amerîka American Samoa, U.S. Virgin Islands, Porto Rîko û Guam jî hene.

Herwiha, Afganistan, Koreya Bakur, Etopya, Îran, Îraq, Pakistan, Srî Lanka, Sûrîye, Trînîdad û Tobago, Tûnis û Yemen jî di lîstê de hene.





2329 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad