English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-12 [01:46 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Hewlêrê, bi hezaran çekên bê mohlet ji aliyê hêzên asayişê ve hatin şikandin.

Piştî ku Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ferman da çekên bê mohlet bên kirin, tenê li Hewlêrê zêdetirî 5 hezar çek hatin komkirin.

Efserekî asayişa Hewlêrê bi navê Nalî Newzad di daxuyaniyekê de got, tevahiya wan çekan îro ji aliyê hêzên asayişê ve hatin şikandin.

Wî efserî da zanîn, sibê jî dê hinek çekên din bên şikandin û tinekirin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ew çekên ku hatine şikandin, çekên xirab bûne û kêrî tiştekî nedihatin!

Li gorî fermana Wezîrê Navxwe, operasyona komkirina çekên bê mohlet dê heta 6 mehan bidome.  





2344 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad