English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-12 [12:33 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gor zanyariyên BasNewsê îro 12.02.2019ê li bazara taxa Rizgarî ya bajarê Kerkûkê ji ber agir berbû bazarê hejmarek dukan şewitîn.

Li gor zanyariyên heta naha sedemê berbûna agir ne diyar e, lê zerer û ziyanekî mezin ê madî geheştiye dukandaran.

Demek berî naha bazara kevin a qeyserî ya bajarê Kerkûkê ji ber agir berbûyê şewitî û ziyan geheşte hemû bazarê û zêdetirî 350 dukan şewitîn. Lê her wê demê beşek ji dukandaran guman dikirin ku destê milîsên Heşdî Şeibî di wê bûyerê de hebe, ji ber mehane daxwaza bacê ji wan dukandaran dikirin û wan jî red kiribûn bac bidin wan milîsan.

Herwaha demeke dizî li dukandarên bazarên cuda yên bajarê Kerkûkê zêde bûne, bi taybet jî bi şev dukan tên şelandin û naha her meh ji aliyê grubekî ser bi Heşdî Şeibî ve bac ji dukandaran tê vergirtin. Herwaha pareyê ku ji dukandaran tê vergirtin jî wek ji bo parastina dukanên wan tê vergirtin.





2413 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad