English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-12 [10:18 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Parêzerê kurd ê xelkê Urmiyê Mesûd Şemsnejad ji aliyê dadgeha Îranê ve 6 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn.

Li gor raporta rêxistina Mafê Mirov a Hengaw roja 10.02.2019ê parêzerê kurd ê xelkê Urmiyê Mesûd Şemsinijad, ji ber propagandaya dijî nîzamê kiriye û hewl daye dijî asayîşa netewî metirsiyê ava bike, cezayê 6 sal zîndanê jê re hatiye dayîn.

Rûniştina doza Mesûd Şemsnejad bê hebûna parêzerekî birêve çû û ew ceza ji aliyê baskê bicîhanîna cezayan a girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê re bi fermî ji wî parêzerê kurd re hate ragehandin.

Mesûd Şemsnejad roja 08.01.2019ê ji aliyê hêzên îdareya Îtlaat a Îranê ve hatibû girtin.

Parêzerê kurd naha li girtîgeha navendî ya Urmiyê ye.





2485 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad