Hewlêr (ZNA) - Polîtburoyên PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser pêwendiyên xwe û pêkanîna hikûmetê dicivin.
Medyaya fermî ya Komela Îslamî ragihandiye, îro polîtburoyên PDK û Komela Îslamî li Hewlêrê dicivin.
Li ser naveroka civînê jî hatiye gotin ku dê di civînê de behsa pêwendiyên her du partiyan, pêkanîna hikûmetê û rewşa giştî ya Kurdistanê bê kirin.
Di hilbijartinên 30 Îlona par yên Kurdistanê de, PDKê 45 kursî û Komela Îslamî jî 7 kursî bi dest anîbûn.
2323 car hatiye dîtin |