English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-12 [09:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Tevgera terorîst a Talîban a Afganîstanê daxwaz ji hikûmetê û berpirsên welat kir ku tobe bikin.

Berdevkê fermî yê Talîbanê Zebîhulla Mucahîd ji rojnameya Şerqulewsetê re ragehand, ew danûstanê li gel serokê Afganîstanê Eşref Xanî nakin, ji ber danûstandin li gel Eşref Xanî pirsgirêkekî navxwe ye.

Zebîhulla Mucahîd ragehand, pirsgirêka serekî ya tevgera wan ‘’dagirkeriya Amerîkayê ye’’ û daxwaza derketina Amerîkayiyan li Afganîstanê kir û got, ew dê pirsgirêka xwe ya li gel hikûmeta Afganîstanê dê ‘’bi rêya Afganî çareser bikin.’’

Berdevkê Talîbanê, hikûmet û berpirsên welat ji olê dûrketinê ve tewanbar kirin û daxwaz ji wan dike: ‘’Tobe bikin û vegerin gel xwedê.’’ Piştre emê li ser pirsgirêkan rêkbikevin.





2368 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad