Hewlêr (ZNA) - Li eyaleta Minas Gerais a Brezîlyayê bendava ku bermayên madenê lê dihatin komkirin ji nav çû û ji ber wê kesên ku jiyana xwe ji dest dan, hejmara wan geheşt 165 kesan. Herwaha hîn 170 kes jî winda ne.
Li gor daxuyaniya saziya parastina sivîlan a Minas Geraisê li ser tora civakî facebookê belav kir; bendava ku roja 25.01.2019ê hilweşiya, heta naha bû sedemê mirina 165 kesan.
Daxuyaniyê de tê gotin heta naha termê 156 kesan nasnameyên wan hatiye diyar kirin, lê hîn 9 kes nasnameya wan diyar nîne.
Hat ragehandin ji ber hilweşandina bendavê 138 kes bê mal mane û 2 kes jî li nexwaşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
2521 car hatiye dîtin |