English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-05 [10:42 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji welatên cîhanê dike, çekdarên DAIŞê yên li cem HSDê zîndankirî ne vegerînin welatê xwe û bidin dadgehan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hember girtiyên DAIŞê pabendî rênimayên girtinê bû û aramî û mirovane serederî bi wan dike.

Herwiha got: Amerîka daxwaz ji welatên cîhanê dike, welatiyên xwe yên li cem HSDê girtî ne bibe û li welatên xwe bidin dadgehkirin û sizadan.

Her çend e Robert Palladino amaje bi hejmara girtiyên DAIŞê yên cem HSDê nekir, lê berpirsên din ên Amerîkî berî demekê behsa hejmarekê nêzîkî 850 çekdaran kiribûn.

Ev daxwaza Amerîka di demekê de ye, tê pêşbînîkirin sibe Amerîka ligel hejmarek ji welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bicive.

Pêştir, Hevserokê Komîta Derve ya Cizîrê Ebdilkerîm Omer di destpêka meha Mijdara sala 2018an de li Brukselê di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, hejmareke mezin ji jin û zarokên DAIŞê yên biyanî di zîndanên Rojavayê Kurdistanê de ne, lê heta niha ti welatekî pêwendî bi wan re nekiriye.

Wê demê Ebdilkerîm Omer hejmara çekdarên DAIŞê aşkere kir, 790 çekdarên DAIŞê ji 46 welatî di zîndanên wan de girtî ne. Herwiha hejmarek mezin ji jin û zarokên DAIŞê jî li cem wan in.

Herwiha ji wê demê ve û bi taybet di çend rojên bûrî de hejmarek mezin ji malbat û çekdarên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê li dawî berîka DAIŞê xwe radestî hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.





2425 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad