English | عربی | کوردی  
 
 
2019-02-04 [12:36 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Di berdewamiay geşedanên derbarê Venezuelayê de, çar welatên mezin ên Ewropayê, rêberê opozisyona Venezuelayê weke serokê demkî yê wî welatî nas kirin.

 

Piştî ku çend roj berî niha rêberê opozisyona Venezulayê ku hevdem serokê parlamentoya wî welatî ye jî, xwe weke serokê demkî yê welat ragihand, îro çar welatên Fransa, Brîtanya, Ispaniya û Swêdê ragihandin, ku Juan Guaido weke serokê demkî yê Venezuelayê bi fermî nas dikin.

 

Bi vê yekê hejmara welatên ku Juan Guaido weke serokê demkî yê Veneuzela'yê bi fermî nas kirine, gihîşte 5 welatan.

 

Pêştir Amerîkayê piştgiriya xwe bo Guaido nîşan dabû û Donald Trump ragihandibû, ku ew rêberê opozisyonê weke serokê Venezuelayê bi fermî nas dike.

 

Fransayê pêştir hişyarî dabû hikûmeta Venezuelayê û daxwaz ji Madoru kiribû, ku heta da wiya roja yekşembiyê dema lidarxistinên hilbijartinên nû yen serokatiyê wî welatî diyar bike, eger na Parîs dê helwêsta xwe biguherîne û rêberê opozisyonê weke serokê welat bi fermî nas bike.

 

Venezuela di rewşeke aloz re derbas dibe û xwepêşandanên xelkê wî welatî li dijî desthilatê û hikûmeta Nicholas Madoru berdewam e.





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad