Hewlêr (ZNA) - Serokkomarê Fransayê bi merc serdana Lubnanê dike û wezîrê derve yê Fransayê jî hişyarî dan aliyên siyasî yên Lubnanê.
Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian ragehand, bipaşketina kabîneya nû ya hikûmeta Lubnanê ti bahaneyeke wê tineye.
Jean-Yves Le Drian ragehand, yek heftiyê molet didin aliyên siyasî yên Lubnanê, ku rêbikevin û kabîneya nû ya welatê xwe pêkbînin. Eger na serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana xwe ya Beyrutê dê bide paş.
Biryar bû meha Sibatê 2019ê serokkomarê Fransayê bi serdaneke fermî ve biçe paytexta Lubnanê Beyrutê.
2737 car hatiye dîtin |