Hewlêr (ZNA) - Şîrketa Rûsî ya petrolê Gazprom nekarî li kêleka bajarê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê petrolê derxîne.
Qaymeqamê bajarokê Serqela li kêleka bajarê Kifrî yê Başûrê Kurdistanê, Ramiyar Ebdulrehman îro ragihand, ev du sal bûn şîrketa Gazprom li gundê Şakel mijûlî vedana bîrên neftê bû lê nekarî petrolê derxîne.
Ramiyar Ebdulrehman da zanîn, Gazpromê 3 bîr vedabû lê li şûna petrolê, av derketibû loma şîrketa Gazprom ew dever teslîmî cotkaran kir û vekişiya.
3370 car hatiye dîtin |